Sergey Lavrov: Ewên Çek Didin Opozisiyona Sûrîyê Asteng Dixin Pêş Çareserîya Qeyranê
Îro duşembe 11/03/2013 rojnameya Rusî ya Vzglyad ragihand, ku Sergey lavrov wezîrê derveyê Rusiya li Moskov a paytextê ewî welatê li gel nûnerên Komîteya Hemahengîya Niştîmanî ya opozisiyona navxweyîya Sûrîyê kom dibe.
Li gor nûçeya evê rojnameyê nûnerên opozisiyona navxweyîya Sûrîyê bi serpirestîya Heysem Mena nûnerê Komîteya Hemahengîya Niştîmanîya Sûrîyê li derve, serdana Moskov kirine.
Heysem Mena derbarê evê geşta xwe ya bo Moskov de ragihandiye:´´ em dixwazin ku rewşa dawîya Sûrîyê li gel berpirsên Rsuî gengeşe bikin, herwiha em dixwazîn ku derbarê geşta dawîya wezîrê derveyê Sûrîyê bo Moskov jî zanyarîyan werbigrîn.´´
Di beyannameyekê jî de wezareta derveya Rusiyayê ragihandiye, ku rewşa Sûrîyê herwek caran aloze û pêngavên serbazî bi sûdwergrtin ji çendîn corên çek berdewame, komên çekdar jî berdewamin li ser şer û bi evê core jî hejmareke zêde ya xelkê sivîl dihên kuştin û birîndar dibin.´´ Beyannameya wezareta derveya Rusiyayê herwisa tekez dike, ku ´´her ji ber ewan hokarane ku berpirsên Moskov dixwazin pêngavên wisa berdewam bin û xweînrijandina xelkê napejirîne.´´
Herwisa ajansa Anadol a Turkiyeyê jî di nûçeyekê de ragihand, ku Lavrov berya ku îro 11/3/2013 li Moskovê bi serokê Komîteya Hemahengîya Niştimanîya Hêzên Guhertina Demokratîk li Sûriyê ya opozisyonê re bicive got: ´´Rewşa Sûriyê ne başe, her çende aliyan têgihêştin ku pêwîstî bi sekinandina tundûtîjiyê û destpêkirina diyalogê heye, lê hin hene hewl didin vê yekê asteng bikin û ew jî ne kêmin, di nava wan de jî ewên ji derve palpiştiya opozisyonê dikin e.´´
Sergey Lavrov bal kişand ser hewlên Komîteya Hemahengîya Nştimanî ya hêzên guhrîna demokratîk a opozisyonê û got: ´´Em Bawerin hewlên ku hûn pê radibin bo yekxistina opozisyona niştimanî li ser bîngeha diyaloga bi desthilatê re hewlên giringin di proseya ku em dixwazin raghînin de.´´
Lavrov got: ´´Kongireya niştimanî ya opozisyonê ku li Parîsê hate sazkirin gavên bîngehîn bûn bo destpêkirina diyalogê.´´
Wezîrê derveyê Rsuiyayê teqez kir ku, tişta giring ewe ku Sûrî xwe bi xwe bi bê receteyên derve pirsên xwe çareser bikin û çarenivîsa welatê xwe û siyasetmedarên xwe diyar bikin.
