• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî teqîna terorîstiya qezayê Dubiz şermezar kir

Gulan Media March 12, 2013 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî teqîna terorîstiya qezayê Dubiz şermezar kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabinî îro duşem 11/03/2013 nûçeya rûdana kiryareke terorîstî ya bi sedema teqîna otombêlekî bombekirî li nava qezayê Dubizê gihîşt me, ku bi wê sedemê ji rêzên polîs û welatiyên medenî dehan kes bûne qûrbanî.

Encamdana vê karê dirindane û ji wê dema hestiyara ku welat têda derbas dibe ji aliyê terorîstên bikuj ve mebest jê anîna fîtne û belavkirina tovê duberekiye, lê belê bi van hewlan nikarin hêza dezgehên emniyan li dirêjedana erkên wan yê rû bi rûbûna terorê da kêm bikin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê van tawanan bi tundî şermezar dike, pirse û serxweşiya xwe jî ji kesu‌karê şehîd û qurbaniyên vê destdirêjiya tawankariyê dikîn û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn û daxwaz ji tevahiya dezgehên tendirustiyên Herêma Kurdistanê dikîn hemû xizmetguzariyên hawar hatinê yên pêwîst ji bo qurbaniyên vê kiryara terorîstî encam bidin.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11/03/2013
Top