• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rewşa dawîn ya gundê Burc Ebdalo

Gulan Media March 10, 2013 Nûçe
Rewşa dawîn ya gundê Burc Ebdalo
Berpirsekî pile bilind yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku, wan endamên çekdar radestî ketîbeya çekdar ya ku bargeha wê li devera Darêt Izze ya bajarê Heleb`ê ye ku bi karê dizîkirin û cerdevaniyê tên naskirin.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, Yekîneyên Parastina Gek bi tmamî kontrola rewşa li gundê Burc Ebdalo ya herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê kiriye ku di dema niha de rewşa wê deverê aram e.

Hêjayî gotinê ye ku, duh piştî ku endamên Ketîbeya Bazên Azadî 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG li ser rêya di navbera Basûtê û Burcê Ebdalo de dîl girtibûn, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG hêrişî wê grûpê kirin û di encama derketina şer û pevçûnan de 3`ê ji endamên Ketîbeya Bazên Azadî hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne û her weha 10 endamên wê ketîbeyê jî ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîl hatine girtine, her weha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew her du şervanên xwe jî ji destê grûpa çekdar rizgar kirine.

Xendan
Top