Eşrefiyê û Şêxmeqsûd di bin topbaranê de ne
Piştî topbarana duh a taxa Şêxmeqsûdê, îro jî hêzên rêjîma Beşar Esed taxa eşrefiyê da ber topan û di encamê de kesek hate kuştin û gelek kes jî birîndarbûne û gelek mal û mulkên xelkê jî wêran bûne.
Li gor ajansa nûçeyan a Hawarê belavkiriye ku, îro danê sibê taxa Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wê Kurdin hatiye topbaran kirin û di encamê de welatiyekî xelkê Rîfê Helebê hatiye kuştin û 10 welatiyên din jî birîndarbûne ku 6 ji wan birînên xwe gelekî giran in. her weha gelek avahî jî wêranbûne.
Li gor jêderekî herêmî ji taxa Şêxmeqsûdê jî ji Xendanê re ragihand ku ev çend rojin li ser hev taxa Şêxmeqsûdê ji şefeqa serê sibê tê topbaran kirin û gelek avahî wêranbûne û 6 welatî birîndar bûne her weha topbarana hêzên rêjîma Sûriyê berdewamin.
Xendan
