Hakim Şêx Letîf: Desthilata Kurdî Arîşeyan Ji Bo Malikî Dirust Dike
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Hakim Şêx Letîf ê ku ser bi lîsta Goran ve ye ji PNA re ragihand, ku evsal hemû mafên Kurd di hukûmeta Iraqê de hatine berdestkirin, wekî budceya maddeya 140ê ku du caran li beramber salên derbasbûyî zêde bûye.
Şêx Letîf di bareya pirsa petrolê de, da zanîn, ku rêkevtin di navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê de hatiye kirin, ku heger milyardek dolar ji herêmê re bihê dayn, gerek herêm jî 250 hezar bermîlan ber bi derve bişîne.
Şêx Letîf weha jî da xuyakirin, ku di destpêkê de herêmê 650 milyon dolar wergirt û 350 milyon mabû, belê niha di budceyê de 750 milyon dolarên din hatine mezaxtin, êdî ji ber ti herêm poşman bûye û arîşeyan dirust dike.
Di bareya pirsa Pêşmerge de, Şêx Letîf aşkira kir, ku weke salên derbasbûyî dê rêkevtin di navbera herêmê û Baxdadê bihê kirin.
Şêx Letîf weha jî got, ku qanûna evsal a budceyê li bermber salên derbasbûyî pir baştire û ji sedî 17 wek xwe maye û budceya maddeya 140ê zêde bûye û pirsa Pêşmerge û petrolê jî bi rêkevtin hatiye kirin û dê bihê kirin. Êdî Kurdan ti divê?.
