Wezîrên Kurd ji Bexdayê Vedigerin
Mehmûd Osman endamê encûmena Nûneran li ser lîsteya Kurdistanî bo ajansa Peyamnêr ragihand: Kombûna îro ne tenê li ser budceyê bû, lê belê bi giştî kêşeyên hilpesartî yên li gel Bexdad hatin behs kirin, weke pirsa Pêşmerge, Madeya 140 û wekî din jî pirsa derbaskirina budceyê bê amadebûna Kurdan, ev hemû mijarên kombûnê bûn.
Mehmûd Osman ev jî eşkere kir: Bo gihêştina biryara dawiyê biryar hate dayîn kû wezîrên Kurd ji Bexdayê vegerin da kû li gel Perliyament û Hukûmetê rawêj û goftûgoyên berdewam bikin.
