• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê destdirêjî kirina ser xwepêşanderên Mûsilê şermezar kir

Gulan Media March 10, 2013 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê destdirêjî kirina ser xwepêşanderên Mûsilê şermezar kir
Li encama wê destdirêjiya doh în 08/03/2013 li ser xwepêşanderên li bajarê Mûsil hate kirin, welatiyek hate kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li demek de ku em bi tundî wê rûdawê şermezar dikîn, daxwaz ji hemû aliyek dikîn xwe ji tundutîjî û bikaranîna hêzê dûr bigrin, ji ber ku reftarên bi vî awayî bi tu awayekî xizmetê li çareser kirina wê qeyranê nake ku ev demeke welat tûşî wê kirine...

Serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên wê rûdawê dikîn û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê
09.03.2013
Top