• Tuesday, 10 February 2026
logo

Beşar Esed: Damezrandina Dewleta Kurdî Meseleya Demê Ye

Beşar Esed: Damezrandina Dewleta Kurdî Meseleya Demê Ye
Serokê Rejîma Sûriyayê Beşar Esed di hevdîtina xwe ya bi heyetek ji Parlementerên Tirkiyeyê re behsa rewşa Kurdan kiriye û ragihandiye ku, jiber pêvajo û hevsengiyên siyasî yên Deverê Kurd gelek nêzî damezrandina dewleta xwe bûne.

Serokê Sûriyayê eşkere kiriye ku, hêzên rejîma Sûriyayê kontrola piraniya Deverên Sînur ji dest dane û niha elqaêde wan Deveran kontrol dike û ji sedî 25 ji Deverên Sînur jî ketine destê Kurda.

Esed diyar kiriye ku, Kurdên Başûr û Rojawayê Kurdistanê gehêştine hev û hewldanên wan bo yekxistina xwe gelek berfirene û damezrandina dewleta Kurdî jî meseleyeke demêye û her an mimkune dewleta Kurdî were ragihandin.
Top