Bakûrê Kurdistanê; Newroz dê Îsal li 45 Bajar û Navendan Bihê Pîrozkirin
Li gorî giştînameya ku ji navenda giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê bo dezgehên ragihandinê hatin şandin Newroz dê îsal di navbera 17-21’ê adarê de li 45 bajar û navçeyan bê pîrozkirin. Fînala Newrozê jî dê di 21’ê adarê de li Qada Parka Newrozê bê pîrozkirin. Çav li rê ye ku îsal ji milyonekî zêdetir kes di Newroza Amedê de bicivin.
Li gorî giştînameyê dê tenê 2 kes di pîrozbahiyan de axaftin bikin û BDP dixwaze hemû axaftvan bi kurdî biaxivin. Ji niha de tê xwestin ku hemû xebatkar, serok û şaredarên BDP’ê civînên gel li dar bixin û amadekariya Newrozê bikin. Dirûşma Newroza îsal jî “Ji Ocalan Re Azadî Ji Kurdan re Statû” ye.
Newroz dê li cihên weke Çewlik, Dêrsim, Culemêrg, Qers, Îdir, Mûş, Agirî, Êlih, Bedlîs, Erzirom, Mêrdîn, Ruha, Elezîz, Meletî, Sêrt, Edene, Aydin, Entalya, Mêrsîn, Denîzlî, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Konya, Manîsa, Tekîrdag, Wan û li gelek navçeyên din jî bê pîrozkirin.
Li gorî agahiyan, Hevserokên BDP’ê Silhedîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û Hevserokên KCD’ê Ehmed Turk û Aysel Tugluk dê li Newroza Amedê axaftin bikin. Axaftina li Amedê dê ji 2 kesan zêdetir be.
