• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Venezulela Koça Dawîyê Kir

Serokê Venezulela Koça Dawîyê Kir
Hukûmeta Venezuela ragihand, ku duh serokê ewî welatî Hugo Çavêz di jîyê 58 salîyê de bi sedema nexweşîya penceşêrê, koça dawîyê kir.

Li angora nûçeyeka siteya CNN, cihgirê serokê Venezuela Nîkolas Maduru ragihand, ku serokê Venezuela Hugo Çavêz ev dû sal bûn rastî nexweşîya penceşêrê hatibû û rewşa wî ya tendrustî nebaşbû û duh koça dawîyê kir.

Serokê Amerîka Barak Obama jî ragihand, ku Amerîka amadeye hevkariya Venezuela bike û peywendîyên xwe bi ewî welatî re xurt bike.
Top