Evro Şîniyên Devera Şengal û derdorê bi mebesta şermezar kirina hêzên Cizîreyê yên ku, ji aliyê Artêşa Îraqê ve bo Deverê hatine şandin dest bi xwepîşandaneke girseyî kirin.Di vê derbarê de Peyamnêrê me yê li Deverê eşkere kir ku, evro Şîniyên Devera Şengalê piştî bîhistina nûçeya damezrandina hêzên Cizîre û hatina wan hêzan bo Deverê dest bi xwepîşandanên protestoyî kirin.Çavkanî ragihand ku, welatiyên xwepîşander diyar kirine ku, rewşa Deverê başe û pêdeviya wan bi ti hêzeke din tuneye lewre nabe Hikûmeta Îraqê ti hêzeke din ya çekdar bo wan Deveran birê bike.