Moskov Pêşwazîya Şandeyeka Kurdên Rojava Dike
Evî berpirsî ku nexwest navê wî bihê aşkirakirin ji ŞerqulEwset re ragihand, ku Rusiya daxwazek pêşkêşî Kurdan kiriye ku serdana Rusiya bikin, ji bo lipêşxistina peywendîyan û dîtina Rusiya ya ji bo rewşa niha ya Suriya.
Evî berpirsî weha jî da zanîn, ku çend rojek berî niha rejîma Suriya daxwaz ji hêzên Kurd kiribû ku dan û standinan bi wan re bikin, belê Kurdan heta niha bersiva rejîma Suriya nedaye û daxwaza Esed ret kirine.
