• Tuesday, 10 February 2026
logo

Iraqiye: Mimkune Em Jî Beşdariya Xwepîşandanan Dikin

Iraqiye: Mimkune Em Jî Beşdariya Xwepîşandanan Dikin
Duh lîsteya Îraqiye di presskonferansekî de gefa vê yekê li Hikûmeta Îraqê xwar ku, mimkune ew jî beşdariya xwepîşandanên heyî yên li dijî Hikûmeta Malikî bikin.

Di beşeke din ya vê presskonferansa han de lîsteya Îraqiye eşkere kiriye ku, eger Hikûmeta Îraqê bilez daxwazên Xwepîşanderan cîhbicîh neke vê demê lîsteya Îraqiye bi awayekî giştî beşdariya xwepîşandanan dibe û li dijî Hikûmetê dest bi xwepîşandanan dike.
Top