Şiwanî: Bexdad budceya neft, M.140 û pêşmergeyan nade
Her weha di wê barê de, endamê parlemana Êraqê û endamê komîteya yasayî ya parlemanê Xalid Şiwanî ji PUKmedia`yê re ragihand ku Civîna ku di navbera Hevpeymaniya Nîştimanî û yê Kurdistanî de birêve çûye, ti encamek nedaye û wê sibê jç 5-3-2013an, civîna xwe berdewam bikin.
di derbarê pejirandina daxwazên Kurdistanî ji Hevpeymaniya Nîştimanî, Şiwanî aşkire kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di aliyê yasa û desturî de, pêşniyarên xwe pêşkêşkiriye, lê heya niha aliyê hikûmetaq navendî ti tiştek nepejirandî û bi aşkireyî budceya kompaniyên neftê, pêşmerge, madeya 140 û madeyên din jî nepejrandî û nake jî.
Xalid Şiwanî dibêje ku wê sibê ew civîn berdewam bike û encamên wê tên nirxandin.
PUKmedia
