Lezgîn...2 xwîşk yên Kurd li Reqayê hatin revandin
Her weha navê herdu keçikan, Neceh Yunis Remezan û Semîra Yunis Remezan, tomarkirina nifûsa wan li ser bajarê Kobaniyê ye û hejmara qeydê, Qebaciq 13 ye.
Malbata herdu keçikan bang li hemû alî û kesên bi wîjdan dikin ku her kes ji xwe ve lêgerîn û lêkolînê li ser rewş û çarenivçsa herdu keçkên Kurd bikin taku agahî li ser cihê wan bê bi destxistin.
Hêjayî gotinê ye ku bûyerên revandina ciwanên Kurd keç û kur li bajarên Erebî û yên Rojavayê Kurdistanê gelek zêde dibin û metirsiyê li ser aramiya jiyan ciwanan çêdike.
PUKmedia
