Parlemana Iraqê Tapoya Weqfa Şîe li Ser Zewîyên Dûzxormato Hilweşand
Qayimmeqamê qezaya Dûzxormato Şelal Ebdul di evê bareyê de ji PNA re ragihand:´´ li roja yekşembîyê li gel serokê encûmena qeza bo hilweşandina ew tapoya ku weqfa Şîe li bajarokê Dûzxormato 840 Donomên zewî li ser nave xwe tapo kir, me serdana parlemana Iraqê kir. Piştî gengeşekirina evê mijarê, komîteya qanûnîya parlemana Iraqê bi nivîseke fermî biryara hilweşandina ewê tapoyê da û die van rojan jî de em dê evê nivîsê bo raya giştî belav bikeyn ku tê de hatiye ku ew tapo hatiye hilweşandin.´´
Şelal Ebdul herwiha amaje jî bi ewê çendê da, ku ji yekem roja derçûna ewê tapoyê ve wan li gel alîyên peywendîdarên nawçeyê hewlên xwe bo hilweşandina ewê tapoyê dane û wan karî ku serbikevîn û ewê tapoyê bihilweşînin.
Pêştir û di maweya çend rojên derbasbûyî de weqfa Şîeyên Iraqê 840 Donom zewîyên qezaya Dûzxormato li ser xwe tapo kiribû ku bûye cihê dilgiranî û nerazîbûna xelkê û îdareya qezayê û parêzgeha Selahedînê.
