• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em Amadene Her Cure Hevkariyek Pêşkêş Bikin

Nêçîrvan Barzanî: Em Amadene Her Cure Hevkariyek Pêşkêş Bikin
Duh Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi heyeta KCD a bi Serokatiya Ahmed Tirk re civiya.

Di hevdîtineke de behsa hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê û girîngiya berdewam kirina danûstandinên heyî yên ji bo çareser kirina pirsa Kurd kirin.

Her di vê hevdîtina han de her du alî çawetiya çareser kirina aştiyane ya pirsa Kurd û girîngiya hewldanên heyî yên ji bo çareseriya aştiyane û dûr ji tundûtîjî nirxandin û tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe tevahiya aliyan hewl bo vê yekê bidin daku, pirsa Kurd li Tirkiyeyê bi rêya diyalog û aştiyê were çareserkirin.

Di berdewamiya vê civîna han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê careke din helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya di derbarê çareseriya aştiyane a pirsa Kurd diyar kir û ragihand ku, bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd Hikûmeta Kurdistanê amadeye bi her awayî hevkarî pêşkkêşî her du aliyan bike.

Li hember de jî heyeta KCD behsa rola Serokatiya Kurdistanê û Hikûmet û bi taybetî Serokwezîrê Kurdistanê kir û ev rola han bi roleke girîng wesif kir û daxwaz ji Hikûmet û Serokatiya Kurdistanê kir ku, tevahiya kanalên xwe yên dîpolmatîkî bikar bîne bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd a li Tirkiyeyê de.

Piştî bi dawî hatina civîna han jî her du alî di presskonferansekî hevbeş de naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê dubare tekez li ser helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo piştgîrî kirina çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd kir û heyeta KCDê jî rola Hikûmet û Serokatiya Kurdistanê di vê pêvajoya han de bigirîng wesif kir.
Top