• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pêşmerge ji Kerkûk venekêşyane

Pêşmerge ji Kerkûk venekêşyane
Wezareta pêşmerge teqez kir wan hîna dem ji hevdîtinên di navbera Hewlêrê û Bexdadê de diyar nekirine û ew yek jî vegeran ku fermandarên leşkerî li wezareta berevaniyê bi rewşa ewlekariyê û xwepêşanderan li parêzgehên din re mijûlin.

Berdevkê fermî yê bi nave fermandariya hêzên pêşmerge ferîq Cebar Yawer bi daxuyaniyekê li gel rojnameya Şerq Ewsetê ku îro duşemê 4/3 hatiye belav kirin ragihandiye ku hîna dema hevdîtinên nû di navbera herdu aliyan de diyar nebûye û got: fermandarên leşkerî yên Êraqê niha bi pêşketinên rewşa ewlehî û xwepêşanderan mijûlin û piraniya wan li derveyî Bexdada paytextin û li ser erkên xwe ne ji ber vê yekê zehmeta niha civîn encam bide. Em niha li hêviya arambûna rwewşê ne û piştre em li ser dema hevdîtinê lihev bikin.

Ji aliyekî din ve Yawer red kir ku hêzên pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yê li derveyî herêmê li nêzîkî Kerkûkê vekişyabin û got. Hêzên pêşmerge ji wan navçeyan venekişyane tenê me hêzên xwe veguherîne û tu peywendiya xwe bi pêşketinên siyasî ve tune ye.

PUKmedia
Top