• Tuesday, 10 February 2026
logo

Konsulê Fexrî Yê Sipaniya Li Herêma Kurdistanê Dest Bi Karê Xwe Kir

Konsulê Fexrî Yê Sipaniya Li Herêma Kurdistanê Dest Bi Karê Xwe Kir
Duh Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ofîsa xwe ya taybet li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Xosêy Torbîn sefîrê Spaniyayê yê li İraqê û Dawud Serdar Caf konsulusê nû yê fexrî yê Spaniyayê bo herêma Kurdistanê kir.

Di civînekê de, sefîrê Spaniyayê yê İraqê pêşkeftin û rewşa arama herêma Kurdistanê bilind nirxandin û behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew hatine da ku, konsulusê nû yê fexrî yê Spaniyayê bo herêma Kurdistanê bi berprisên Hewlêrê bide nas kirin.

Ji aliyê xwe Felah Mistefa pîrozbahî li konsulusê fexrî yê Spaniyayê bo herêma Kurdistanê kir û hêviya serketina jê re xwest. Mistefa xebatên sefîrê Spaniyayê yên ji bo xuertkirin û berfirehkirina têkeliyên Spaniyayê bi herêma Kurdistanê re bilind nirxandin û ew pêngava Spaniyayê ya destnîşankirina konsulusê fexrî bo herêma Kurdistanê bi pêngaveke giring wesif kir û got ku, ew pêmgav dê bibe hokarê kûrtirkirin û berfirehkirina têkjeliyên her du aliyan di hemû waran de, bi taybetî di warê siyasî, aborî, bazirganî û kulturî de.

Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyaysî û kirîza İraqê û guhertinên hermî kir û di vê çarçoveyê de îşaret bi serdana vê dawiyê ya sefîrên dewletên ewropî bo herêma Kurdistanê kir û ew serdan ji bo piştgiriya pirosesa siyasiya İraql bi serdaneke giring wesif kir.
Top