• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Parlementoyê Bi Nunerên Gundên Qendîlê Re Civiya

Serokê Parlementoyê Bi Nunerên Gundên Qendîlê Re Civiya
Duh Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Erselan Bayîz pêşwaziya Nunerên çendîn Gundên Qontarên Çiyayê Qendîl û derdorê kir.

Di civîneke de Nunerên Gundên nav hatî behsa rewşa Dever û Gundên xwe kirin û kêşe û arîşeyên xwe anîn ziman û behsa rewşa xizmetgozarî û asayîşî ya wan Deveran kirin.

Nunerên han diyar kirin ku, ev demeke dirêje ku, dubare Deverên han bûne armanca bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyeyê û di warê asayîşî de rewşa wan Deveran dubare aloz bûye jiber vê çendê jî hijmareke gelek zêde ji Şîniyên wan Gundan neçar mane gundên xwe çûl bikin.

Nunerên han herwiha daxwaz kirin ku, di warê xizmetgozarî de ji Hikûmeta Kurdistanê xizmetgozariyên pêwîst bigehîne wan Deveran.

Li hember de jî Serokê Parlementoya Kurdistanê diyar kir ku, Hikûmeta Kurdistanê bi ti awayî rola Gund û Şîniyên Quntarên Qendîlê di rojên dijwar yên Şoreşê de bi ti awayî jibîr nake û çî ji destê Hikûmetê were bo awedan kirina wan Deveran vê cîhbicîh bike.

Di derbarê meseleya bordimanên Tirkiyeyê de jî Serokê Parlementoya Kurdistanê got: Ezê daxwazên we pêşkêşî aliyên têkildar dikim û hewl bo baştir kirina rewşa wan Deveran di her warî de didin.
Top