• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîr Bi Çendîn Projeyên Curbicur Devera Şarezûr Awedan Dike

Serokwezîr Bi Çendîn Projeyên Curbicur Devera Şarezûr Awedan Dike
Evro Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî çendîn Wezîrên kabîneya xwe serdana Devera Helebce û Şarezûrê kir.

Piştî gehêştina Serokwezîrê Kurdistanê bo Bajarê Helebceyê ji aliyê Qaêmmoqam û Rayedarên Deverê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwazî jî Serokwezîrê Kurdistanê û heyeta pê re serdana Mezara Şehîdên Helebceyê kir û deste golek li ser Mezara wan jî danî.

Piştî vê yekê jî bi kesûkarên Şehîd û Enfalkiriyên Deverê re jî civiya û piştî vê civîna han de dest bi danîna bingeha çendîn projeyên curbicur yên li Helebce, Seyêd Sadiq û Sîrwan kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di wan serdanên xwe de çendîn peyv û gotar jî pêşkêş kirin.
Top