Nucêfî:Firokên Sûrî cihê çekdaran bombebaran kirin
Nucêfî ji bo kenala Sky News ya Erebî ragihand ku, hinek leşkerên birîndar yên Artêşa Sûriye ji Sûriyê derbasî nava axa Êraq`ê bûne ji ber ku Artêşa Azad deriyê sînor yê El Yeeribiye li bajarê Heseke kontrol kiriye.
Sky News ragihand ku daxuyaniyên Esîl Nucêfî piştî wê yekê tê ku opozisyona Sûriye gotibû: Hêzên Artêşa Êraq`ê cihên çekdarên opozisyona Sûriyê topbarankiriye ku di encam de 3 kes li nêzî deriyê El Ye`eribye hatine kuştin.
Nucêfî got: Artêşa Êraq`ê alîkarî da hêzên Sûriyê her weha piştgiriya wan di waê topbarankirina bargehên opozisyona Sûriyê de kir.
Her weha peyvdarê Wezareta Berevaniya Êraqê Ferîq El Rukin Mihemed El Eskerî jî ragihand ku, piştî ku di şer û pevçûnên navbera hêzên rêjîma Sûriye û Artêşa Azad de li ser sînor, 4 leşkerên rêjîma Sûriyê birîndar bûne û derbasî nava axa Êraq`ê bûn û ew niha li nexweşxaneyek ya li Bakurê Êraqê tên derman kirin.
Her weha aşkere kir ku, agirê şerê her du aliyan digihe nav axa Êraqê, tevî wê yekê em xwe digrin û hêzên me sînor li dijî terorîst û qaçaxciyan diparêzin, lê tu firokên me li cihê şer û pevçûnan nîne.
Xendan
