• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şanda Danûstandinê Bakurê Kurdistan: PKK Dê Leşkerên Dîl yên Turkiye Azad Dike

Şanda Danûstandinê Bakurê Kurdistan: PKK Dê Leşkerên Dîl yên Turkiye Azad Dike
Ehmed Turk Havserokê kongireya Civaka Gel (KCD) û endamê berê yê Perliyamenta Turkiye ragihand, `` Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) razî bûye kû leşkerên dîl yên artêşa Turkiye kû di desêt hêzên PKK dene dê azad bike.

Duh êvarê, li baregeha Partiya Aşêtî û Demokrasiyê BDP li Hewlêr kongireyekî Rojnamevanî ji aliyê şanda Kurd a danûstandinan hate encamdan ji, şanda Bakurê Kurdistan kû pêkhatibû ji Ehmed Tûrk, Asiya Toxlûk hevseroka KCD, Gultan Kişanak Hevseroka BDP, Altan Tan endamê perliyamenta Turkiye li ser lîsta BDP, ev kongireya Rojnamevanî derbarê serdana Şandeyê ya bo Qendîlê li gel rayedarên PKK hatibûn Herêma Kurdistanê.

Ehmed Turk wekî ragihand: Abdula Ocelan daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdisanê kiriye kû, dîlên Turkiye azad bike, ew jî ji aliyê xwe ve razî bûne. Piştî vegera me, şandeke BDP dê were bi hemahengî li gel Partiya Karkerên Kurdistanê wan dîlan vegerînin hembêza malbatên wan.

Ehmed Turk ev hewildana PKK bilind û bi nirxdar dît û ragihand kû: Dê piştî deh rojên din, bersiva nameya Ocelan were dayîn kû arastey PKK hatibû kirin.

Vê şandê îro serdana Hewlêr kiribû bo giftûgo li gel partiyên Kurdî, berî jî li Silêmanî li gel berpirsên Yekêtiya Niştîmaniya Kurdistan û Tevgera Goran jî hevdîtin encam dabûn.

Ehmed Tûrk wekî din tekez kir kû; Pêwîste hemû aliyên Kurdî bo cêgirbûna aşêtiyê xebat bikin.
Top