• Tuesday, 10 February 2026
logo

Muelim: Turkiye û Qeter berpirsê aloziya Sûriyê ne

Muelim: Turkiye û Qeter berpirsê aloziya Sûriyê ne
Li gor nûçeyek televizyona Êran`ê, Wezîrê Derve yê Êran`ê Elî Ekber Salihê û Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di heyama civîneke çapemeniya ya hevbeş de , Muelim berpirsyartiya aloziya Sûriyê avêt ser welatên Turkiye û Qeter`ê.

Muelim ragihand ku, ji bo ku hevdîtinên siyasî bo çareserkirina aloziya Sûriyê bigihe serkeftinê, divê ku kiryarên tundûtîjiyê bên ragirtin, her weha Turkiye û Qeter jî ji bo ragirtina tundûtîjiyan divê ku alîkariya darayî û pêdana çekan bi opozisyona Sûriyê rabigre.

Muelim rexne li Emerîka girt ji ber ku 60 Milyon dolar alîkarî daye opozisyona Sûriyê.

Xendan
Top