• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiyê: 160 penaberên Sûriyê jehrî bûne

Tirkiyê: 160 penaberên Sûriyê jehrî bûne
Li kampekî penaberên Sûriyê li Tirkiyê ji ber jehrîbûnê bi sedan kes rakirine nexweşxaneyê, egera wê jî xwarina ku bi ser wan de hatibû belavkirin bûye.

Li ajansa nûçeyan a Radîkalê ya Tirkî belavkiriye ku, îro 2/3, li kapekî bajaroka Çadrî li navçeya Sarî Çamê a ser bi parêzgeha Adenê ya Tirkiyê ji ber dabeşkirina xwirak 160 kes jehrî bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Hatiye diyarkirin ku ew kesên bi jehrê ketine bi ambulansan û mînî pasan rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan li nexweşxaneyê berve başbûne ve diçe.

Her weha derbarê jehrbûna penaberên sûriyê de jî lêkolîn hatiye destpêkirin, ji bo ku egera jehrbûna wan bê naskirin.

Tirkiyê yek ji wan welatên cîranên Sûriyêye ku nêzîkî 180 hezar penaberên Sûriyê li başûrê wî welatî dijîn li gor amarên komisyona bilind ya mafê mirovan a ser bi Neteweyên Yekbuyî %75 ji wan penaberan koçberî Tirkiyê bûne û piraniya wan jî jin û zarokin.

Xendan
Top