• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kemal Kiliçdaroglu ê eslê xwe kurd, dîsa lidijî kurdiyê rawesta

Kemal Kiliçdaroglu ê eslê xwe kurd, dîsa lidijî kurdiyê rawesta
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku bi eslê xwe kurdê Dêrsimê ye, diyar kir ew naxwazin 4 xalên pêşîn ên makeqanûnê bê guhertin û careke din dubare kir ew li dijî perwerdehiya bi kurdî ne.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku partiya wî li Tirkiyeyê partiya sereke ya muxalefetê ye, li ser rojevê axivî. Kiliçdaroglu, îro di civîna “Aboriya Tirkiyeyê” de, li ser makeqanûna nû û zimanê kurdî bersiva pirsên hin karsazan da. Kiliçdaroglu, got ew naxwazin 4 xalên pêşî yên makeqanûnê bên guhertin û diyar kir ew li dijî perwerdehiya bi kurdî ye. Kiliçdaroglu, destnîşan kir kê dixwaze bila bi kurdî hîn bibe, binivîse, bixwîne lê ew ê tu caran perwerdehiya bi kurdî qebûl nekin.”

Kiliçdaroglu, li ser xala ravekirina welatîbûnê jî got wan pêşniyara xwe gotiye û ev xala ku niha hemû kes li ser diaxivin aydê wan e.

Hêjayî gotinê ye Kemal Kiliçdaroglu bi eslê xwe kurdê Dêrsimê ye. Lê ev demeke dirêj e di nava CHP’ê de siyaset dike û weke serok peywira xwe didomîne. CHP bi aliyê xwe yê kemalîst û nijadperest tê naskirin. Komkujiya li ser Şêx Seîd, Koçgirî, Agirî û Geliyê Zîlan û Dêrsimê di dema desthilatdariya CHP’ê de hatibûn kirin.
Top