Xwepîşandanên Xelkê Îraqê Yên Li Dijî Malikî Berdewamin
Di Xwepîşandan de ku, Parêzgehên Besre, Enbar Samera, Selahedîn, Mûsil û Kerkûk dabûn berxwe de, Xwepîşander daxwaza vê yekê kirin ku, Serokwezîrê Hikûmeta Îraqê Nûrî Malikî dev ji karê xwe berde û Hikûmeta Îraqê jî bilez daxwazên wan cîhbicîh bike.
Xwepîşander gefa vê yekê jî xwarin ku, eger daxwazên wan bilez neyên cîhbicîhkirin vê demê helwesteke tund raber bikin.
