Parlamenterên CHP’ê yên nijadperestên li dijî mafê kurdan serhildan
Ev demeke direj e di nava partiya CHP’ê ya ku ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk hatiye sazkirin de pirsgirêkên mezin hene. Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî bi eslê xwe kurdeke Dêrsimê ye. Di nava partiyê de hin parlamenterên kurd jî hene û dixwazin, hemû mafên kurdan ên ku heta niha hatiye înkarkirin, bê dayîn.
Parlamenterên Tirk ên ku wiha nafikirin û xwe weke “nijadperestên tirk” bi nav dikin, îro li parlamentoya Tirkiyeyê hatin ba hev û deklerasyonek aşkera kirin. Li ser navê wan parlamenteran Cîgirê Serokê CHP’ê Muharrem Înce axivî û li hemberî hikûmeta AK Partiyê rexneyên tund anî ziman. Înce got, hikûmet dixwaze makeqanûna “AK Partî û PKK’ê” amede bike û navê nijada tirkan jî ji makeqanûnê derxe. Înce derxistina “navê nijada tirkan” a ji makeqanûnê weke “dijberiya demokrasiyê” bi nav kir û wiha axivî: “Dixwazin zimanê perwerdehiyê biguherînin û rayeyên rêveberiyên herêmî xurt bikin. Bi vê yekê dixwazin destûr bidin federasyonê.
Em jî weke parlamenterên CHP’ê dibêjin ‘Em destûr nadin ku makeqanûna PKK’ê û AK Partiyê çêbe’. Em destûr nadin tifaqa ‘Tayîp û Ocalan’ û ‘Abdullah Erdogan’. Bila herkes vî tiştî baş bizanibe.” Daxwazên ku Înce tîne ziman (perwerdehiya bi zimane zikmakî, xurtkiran rêveberiyên herêmî û makeqanûna nû) hemû ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek giring in. Maf û azadiyên kurdan encax bi guhertina van xalan mimkun e bê dayin. Ji ber vê yekê ew deklerasyona parlamenterên CHP’ê weke “derketina li dijî mafên kurdan” tê şîrovekirin. Bi qasî mehek berê jî parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Guler gotibû “Nebe ku kurd û tirk wekhev bin” û li ser wan gotinan Parlamenterê Semsûrê Salîh Firat ji CHP’ê îstîfa kiribû. - See more at: http://peyamner.com/kurdi/PNAnews.aspx?ID=304554#sthash.1DxegYVX.dpuf
