• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mûsil: 9 Leşkerên Supayê Iraqê Hatin Kujtin û 15 Jî Birîndar Bûn

Mûsil: 9 Leşkerên Supayê Iraqê Hatin Kujtin û 15 Jî Birîndar Bûn
Di encama teqîna otombîleka mayinkirî û êrîşa çend çekdaran de ji bo ser xaleka pişkinînên supyaê Iraqê, 9 leşker hatin kujtin û 15 jî birîndar bûn.

Di evê bareyê de, jêderekî ji supayê Iraqê ji PNA re ragihand, ku demjimêr 10:30 xuleka şeva derbasbûyî grupeka çekdar li taxa Qahîre ya naverasta bajêrê Mûsilê, êrîşî ser baregeha tîma 2 a lîwaya 26 a supayê Iraqê kirin û di encam de, 3 leşker hatin kujtin û 7 jî birîndar bûn.


Evî jêderî weha jî da zanîn, ku her şeva derbasbûyî otombîleka mayinkirî bi tîma 2 a ser bi lîwaya 5 a supayê Iraqê ya li devera Hemdanîye ya başûrê rojhilata bajêrê Mûsilê ve teqîya û di encam de, 6 leşker hatin kujtin û 8 jî birîndar bûn.

- See more at: http://peyamner.com/kurdi/PNAnews.aspx?ID=304519#sthash.DZpGSbdR.dpuf
Top