Tawanên jenosîda gelê Kurdistanê li parlemana Birîtanya
Ev rûniştina parlemanê piştî ew serkeftina mezin ku 27 hezar 600 welatiyên Birîtanyayê karîn deng li ser bidestanîna dadperweriyê bo qurbaniyên wê tawanê bidin hatiye.
Her weha ev çalakî di heyva adarê ya sala borî ji aliyê parlemanterê çalak yê Kurd Nazim Zehawî ve hate ragihandin weke hewlekê bo daxwazkirin ji hikûmeta birîtanya ku pirsa komkujiya gelê Kurd gotûbêj bikin û rastiya wê tawanê ku derheqê gelê kurd e hatibû kirin bi fermî binasin.
Rûniştin li hiola serekî ya parlemanê di demjimêr 2:00 paş nîvro birêve diçe serkeftina rûniştinê dibe egera bi fermî nasandina jenosîda Kurd.
Kempîna komkirina îmzeyên elektronî ku ev saleke li tevahiya revenda kurd li Birîtanyayê destpêkiribû nûneratiya Hikûmeta Herêma kurdistanê û parlemanterên Birîtanyayê ji aliyê hemû partiyên siyasî ve piştevanî hate kirin. Bi taybet grûpa kurdistanê li parlemana wî welatî û di navde jî parlemanter Robert Halvin û mêg Nagin jî hene.
Parlemanter Robert Halvin di rûniştina lijneyê de ragihand: Eger jenosîda kurd bi fermî ji aliyê civaka navdewletî neyê naskirin wê demê kujerên gelê Kurd nadin dadgehê û naghêjin sizayên xwe.
Ji aliyê xwe ve jî parlemanter mêg Mon jî got: Goftûgokirina li ser jenosîda Kurd wê bandore xwe li ser rûdanên li sûriyê jî hebe.
Her weha parlemanter Fabiyan Hamiltnîş jî piştgîriya temamê partiyên siyasî yên nava parlemana Birîtanyayê bo ew rûniştina parlemanê dupat kiriye.
Parlemanter Caysin Mikartnîş jî ku efserekî hêza asmanî yê Birîtanyayê bû li Zaxo li serdema birêvebirina navçeya aram û parastina gelê Kurd, ragihand: Destnîşankirina rûniştinê bo gotûbêjkirina jenosîda kurd li parlemana Birîtanyayê baştirîn serxweşiye li salvegera 25`emîn a kimyabarana Helebçeyêye.
Ji aliya xwe ve jî nûnera Hikûmeta herêma kurdistanê li Birîtanya xatûn Beyan Samî Ebdulrehman ragihand: Jensîd karesatek bû ku xelkê Kurd rastî neheqiyeke bê wêne kir, malbatên Kurd ji ber wan tawanan ji hev hatin qutkirin, kur û bav bi kom htin kuştin yan bi zîndî hatin binçal kirin, jin û zarokên me jî bi gaza jehrê hatin bombardiman kirin.
Xatûn Beyan bi rêya nameyekê ji lijneyê re ragihand ku: Di vê dawiyê de herdu parleman ya siwêdê û Nirwêjê goftûgo li ser jenosîda gelê Kurd kirin.
Hêjayî gotinê ye li heyva yekem a îsal de hikûmeta Birîtanya di bersivdanekê de bo kempîna komkirina îmzeyên elekteronî de ragihand ku, gelê Kurd li Êraqê herî zêde pişka neheqiyê û karsatan hatine berketiye, lê belê di heman demê de beyannameya hikûmeta Birîtanyayê amaje bi wê kiriye ku karê hikûmetê ew nîne ku biryarê li ser wê karsatê bide ku rastî gelê Kurd hatiye ka dikevin li jêr babeta jenosîdê yan na, ji ber ku ev babete pirsekî yasayî ya aloz e.
Tê pêşbînî kirin ku rûniştina parlemana Birîtanyayê bo goftûgokirina li ser pirsa jenosîda li ser gelê Kurd bibe xendanek bo welatên din taku helwesta xwe li ser vê babetê bidin.
PUKmedia
