• Tuesday, 10 February 2026
logo

Salih Muslim û Xetîb lihev kirin

Gulan Media February 27, 2013 Nûçe
Salih Muslim û Xetîb lihev kirin
Rojnameya Şerq Ewset îro 27/2, belavkiriye ku roja şemiya borî hevdîtinek giring di navbera serokê itîlafa opozisyona Sûriyê Muaz Xetîb û serokê PYDê Salih Muslim encam daye, her weha herdu aliyan li ser tevlîbûna Desteya Bilind A kurd nava itîlafa niştimanî de gotûbêj kirine.

Bi daxuyaniyekê li gel rojnameya Şerq Ewset serokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Salih Muslim got: "Ev hevdîtin destpêk bûye, armanca wê bo gotûbêjkirina tevlîbûna Kurdan bo itîlafê ye û bo sererastkirina ew wêneya ku dihat zanîn derbarê karê PYD`ê ku di berjewendiya rêjîma Beşar Esed e û me piştevanî û piştgîriya xwe bo şoreşa Sûriyê ji wan re teqez kir."

Muslim da zanîn ku, ew amadene ku itîlaf navên ku nûnertiya DBK`ê hilbijêrin bi mercekî ku Desteya Bilind bi herdu aliyên wê bêne qebûl kirin wek nûnerê Kurdên Sûriyê.

Ji aliyekî din ve jêderekî Kurdî ku di civîna Muslim û Xetîb de amadebû ji Şerq Ewsetê re ragihand ku: "Hevdîtin li ser cîbicîkirina armancên şoreşa Sûriyê bi rêyên aştiyane û bi bê destêwerdana derve hate gengeşe kirin, her weha herdu alî li ser wê yekê rêkeftin ku divê kanalên rasterast di navbera Itîlafa Niştimanî û DBK`ê de bêne vekirin."

Xendan
Top