Şanda Hewlêr û Bexdad li Ser Mijarên Neft û Bûdceyê Kom Bûn
Peyvdarê fermîyê hukûmeta herêma Kurdistanê ragihandi, ku bi mebesta çareserkirina girift û kêmasîyên di bûdceya îsala Iraqê de îro Aştî Hewramî wezîrê samanên sirûştîyê hukûmeta herêma Kurdistanê li gel şandeke ji rawêjkaran serdana Bexdadê kir û biryar wiha ye ku li gel cihgirê serokê parlemana Iraqê û herwisa li gel cihgirê serok wezîrê Iraqê û çend wezîrên Iraqî û endamên komîteya darayîya parlemana Iraqê kom bibe.
Ev serdan û kombûn li ser daxwaza parlemana Iraqê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdadê ya li ser bûcdye îsal hatiye encamdan.
