Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Babeta kirîna çek li Rusya ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ne li ajandaya serdanê da bûye û li tu hevdîtineke fermî da jî nehatiye behs kirin. Ewê ku li ragihandinê da hatiye behskirin tenê bersîva pirsiyara rojnamevanek bûye ku ji Serok Barzanî pirsiye gelo hun çek ji Rusya dikirin? Serok Barzanî li bersîvê de pirsiyar kiriye gelo Rusya çek difroşe Herêma Kurdistanê? Eger bersîva Rusya belê bê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê lê dike.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.02.2013
