• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan: Bawerîya Me bi Gelê Kurd Heye

Gulan Media February 26, 2013 Nûçe
Erdogan: Bawerîya Me bi Gelê Kurd Heye
Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan îro di civîna partîya xwe de (partîya aştî û demokrasîyê AKP) de li parlemanta Tirkiyeyê ragihand, ku CHP û MHP çi dikin, bikin, AK Partî dê biratiyê pêk bihîne. Erdogan got: “Baweriya me bi evî gelî heye. Em ti caran rê nadin nijadperestiyê. Tirk çiqas birayên min bin, laz jî kurd jî ewqas birayên minin.”


Serok wezîrê Tirkeyeyê Recep Tayîp Erdogan îro sêşembe 26/02/2013 li parlamenta Tirkiyeyê, di koma partiya xwe de axivî. Alîgirên AK Partî yên Mêrdînî jî di parlamentê de aamde bibûn û tevli civîna AK Partiyê bibûn. Erdogan di axaftina xwe de gotina xwe ya li Mêrdînê ya “Em li dijî nijadperestiyê ne” dubare kir û bersiv da rexneyên Serokê giştîyê CHP Kemal Kiliçdaroglu. Erdogan got, ku ew li her derê dikare bêje “Em li dijî nijadperestiyê ne” û wiha axivî: “Serokê CHP’ê sibehan tiştekî din, êvaran tiştekî din dibêje. Ala me ya ku dikare li Enqereyê bihejîne, nikare li Colemêrgê bihejîne. Parlamentereke wan derkvet got ‘nabe ku kurd û tirk weke hev bin’. Dengê Kiliçdaroglu dernekvet. Niha bi xwe jî heman tiştî dike. Yanî nijadperestiyê dike.”

Serok wezîrê Tirkiyeyê Erdogan diyar kir, ku ew dixwazin li Tirkiyeyê aştî û biratiyê pêk bihînin, lê ne MHP ne jî CHP alîkarî nade wan. Erdogan da zanîn, ku ji bo ku aştî û biratî pêk were çi ji destê wan bihê ew dê bikin.

Erdogan di evê bareyê de wiha berdewam kir: “Baweriya me bi vî gelî heye. Em ti caran destûr nadin nijadperestiyê. Tirk çiqas birayên min bin, laz jî kurd jî ewqas birayên min in. Di vê pêvajoyê de MHP’ê tenê heqeret li me kir, CHP’ê ji dixwest vê pêvajoyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Lê teqes em dê biratiyê pêk bihînin.”
Top