Dewleta Behrênê bi her peywendiyekê ligel H. Kurdistanê dilxweşe
Wezîrê Dewletê a Karûbarên Mafê Mirovan ya Şahatiya Behrênê Salah Ebdelreheman tekez kir, ku ew her peywendiyekê fermî li gel Herêma Kurdistanê, ew bi dilxweşî pêşwazî dikine, ji ber ku Herêmê bi gevên li pêş û bi armanc, civakê bi rêve dibe, û vê yekê li gorî ragihandina navnetwî a mafê Mirovan ya ku Yekîtiya Netewan di sala 1948 de pejirandiye dike.
Îro sêşemê Salah Ebdelrehman di daxuyaniyekê de, di derbarê pirsa pêşxistina peywendiyên dinav bera Herêma Kurdistanê û Şahîtiya Behrênê de, ji PUKmedia`yê re diyar kir, ku pêşxistina peywendiyên herdu aliyan ligel hev bi serdanan û hevkariya hevbeş diderbarê çalakiyên mafên mirovan ve, wê birê ve biçe, her wiha av yek wê bi xabatên ku rêxistinên civaka sivîl di derbarê mafê mirovan ve, bi rêvebibine wê pêşkeve.
PUKmedia
