• Tuesday, 10 February 2026
logo

Muqteda Sedir: Bila Xelk Bi Awayekî Aştiyane Têkoşîna Xwe Bidomîne

Gulan Media February 26, 2013 Nûçe
Muqteda Sedir: Bila Xelk Bi Awayekî Aştiyane Têkoşîna Xwe Bidomîne
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir evro ragihand ku, ew weke tevger li dijî hin daxwazên ku, bêhina cudatî û parçekirinê ji wan tê radiwestin û daxwaz ji Hikûmet û xelk dikim ku, bi awayekî aştiyane û dûr ji tundûtîjî li hember hev nêz bibin.

Sedir di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaz ji xelkê jî kir daku, guhê xwe bidin Serok û olmendên xwe û parêzgariya yekîtiya ax û nîştimana Îraqê bikin.

Sedir herwiha eşkere kir ku, dibe heta dema ku, tevahiya daxwazên xelk werên cîhbicîhkirin xelk bi awayekî aştiyane têkoşîna xwe bidomîne.
Top