Misir: Balonek teqiya û 19 geştyar mirin
Li gor nûçeyeke Skynewsê a bi erebî belavkiriye ku ew balon ser bi kompaniya (Sky balon) bûye li asmanan teqiyaye û li rojavayê bajarê Eqser ketiye xwarê her weha piraniya geştyaran ji Japon, Hong Kong, Fransa û Birîtanyayê bûne di nav wan de ajovanê balonê ku Misriye ji mirinê filitiye.
Serokê yekîtiya kompaniyên balonên firok li Eqserê Ehmed Ebud ji ajansa Reutersê re ragihandiye ku, ew balona firok di encama teqîna gazê ji bilindahiya 300 metiran ketiye xwarê.
Xendan
