Li gorî zaniyariyên ku, Peyamnêrê me li Deverê pêşkêş kirine, evro danê Êwarê careke din çend balefirên şer yên artişa Tirkiyeyê dest bi bordiman û topbaran kirina çendîn navçeyên curbicur yên ser bi Devera Şeladizê ve kirine.
Çavkanî eşkere kir ku, ev bordimana han bi qasî saetekî dom kiriye û ti zerereke canî negehande kesekî lê têpayîn li hin Deveran de zererên mezin yên madî gehandibe hin Bax û rezan.