• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş Bersiva Rexneyên Erdogan Da

Gulan Media February 26, 2013 Nûçe
Demîrtaş Bersiva Rexneyên Erdogan Da
Hevserokê BDP’ê Silhadîn Demîrtaş îro do kombûna partîya BDP de ya li parlemana Tirkiyeyê bersiv da rexneyên Serok wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku gotibû “BDP nijadperestiya kurdî dike” û da xuyakirin: “Me ti caran negotiye kurd ji tirkan mezintirin lê hun ji bo ku kurdan înkar bikin, niha tirkan jî înkar dikin.”


Hevserokê BDP’ê Selhadîn Demîrtaş îro di komcivîna partiya xwe de axivî û pêvajoya “Îmraliyê” şîrove kir. Demîrtaş, ku da zanîn ev 2 mehin di rojeva Tirkiyeyê de hevdîtinên ku bi Ocalan re tên kirin hene û BDP jî piştgirî dide evê pêvajoyê. Demîrtaş got, ku hikûmet dixwaze li ser evê pêvajoyê deng û dengderên xwe zêde bike û wiha axivî: “Hikûmet xeletiyeke mezin dike. Çimku dixwaze li ser evê pêvajoyê dengên partiya xwe zêde bike. Kes nikare aştiyê bike qurbana dengên xwe. Kes nikare bêje ‘min aştî aniye”.

Demîrtaş di beşeke din a axavtina xwe de aşkera kir, ku nameya ku Ebdullah Ocalan rêberê girtîyê PKK şandiye, gihiştiye destê wan û ew dê di demeke nêzîk de li ser nameyê hin gengeşeyan (nîqaşan) bikin.

Selahedîn Demîrtaş herwiha di dirêjîya axavtina xwe de bersiv da rexneyên Serok wezîrê Tirkiyeyê ku gotibû “BDP nijadperestiya kurdî dike” û got: “Yek derkevtiye li parlamenê nijadperestiya tirkan dike, yê din dibêje ji ber ku Xwedê ew xuliqandine ji herkesî hez dikin. Gotin xweşe. Tu ev 11 salin desthilatdarî. Çima pirtûkên dîrokê naguherînî? Zarokê min nikare di wan pirtûkan de dîroka xwe bibîne. Di pirtûkên dîrokê de tenê navê kurdan 2 caran derbas dibe, li wir jî kurdan weke ‘cemiyetên nebaş’ bi nav dikin. CHP û MHP’ê berê digotin ‘tirkbûn’ navê nijadekê ye. Niha jî dibêjin ‘na tirkbûn nasnameyeke hevpare.’ Em jî dibêjin ‘Na, tirkbûn navê nijadekê ye.’ Ji bo ku kurdan înkar bikin, niha tirkan jî înkar dikin. Mixabin, parastina nasnameya tirkan jî ma li ser pişta me.’
Top