Usame Nucêfî Dixwaze Bibe Serokê Herêma Sunîyên Iraqê
Li gor raporteke hejmara 131 a îro sêşembe ya Heftenameya Bas a çapa Hewlêrê û li ser zarê jêderekî li Bexdadê belav kiriye ku:´´Niha armanca serekîya xwepêşanderan û raperînên Enbar û parêzgehên dinên Sunî berdewambûne heta raihandina herêma Sunîyan li rojavayê Iraqê û cudabûnê li Iraqê.´´
Heftenameya Bas herwiha di raporta xwe de ragihandiye, ku li gor raporteke saloxegerî (istixbaratî) ya hikûmeta Nûrî Malikî, amaje bi civîneka giring û metirsîdar a Sunîyên Iraqê li bajarê Dewhe ya paytexta Qeterê kiriye ku bi amadebûna çendîn serkirde û kesayetîyên siyasîyên Sunîyên Iraqê hatiye encamdan.
Li gor heman jêderê parlemantera lîsta Iraqiyeya azad, Aliya Nuseyf di evê bareyê de ragihandiye ku: ´´Çend aliyekî nav lîsta Iraqiyê mijûlî amadekariya bo ragihandina herêma Sunî li rojavayê Iraqê ne ku her yek li parêzgehên Enbar, Diyale, Mûsil û Selahedîn li xwe digre.´´
Pêştir jî parlemanterê fraksiyona Dewleta Qanûnê Elî Şela serokê parlemana Iraqê Usame Nucêfî bi ewê yekê tawanbar kiribû û ragihandibû, ku Nucêfî li pişt nêrîna ragihandina herêma rojavayê Iraqê ye heta ku bibe serokê ewê herêmê.
