Parêzgarê Hewlêrê: 90 Hezar Penaber Hatine Kurdistanê
Di beşek ji vê presskonferansa han de Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku, heta niha 90 hezar Penaber hatine Kurdistanê û ji wan 19 hezar kes li Parêzgeha Hewlêrê, 5 hezar li Parêzgeha Silimanî û 62 hezar jî li Parêzgeha Dihukê hatine bicîhkirin.
Çavkanî herwiha diyar kir ku, rojane nêzî 700 heta 800 Penaberên din derbasî axa Kurdistanê dibin û ev hijmara han rojane zêdetir dibe.
