• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ev serokê dewletekê ye

Gulan Media February 25, 2013 Nûçe
Ev serokê dewletekê ye
Serokdewletê Uruguayê Jose Alberto Mujica, belkî jî di cîhanê de serokdewletê herî mutewazî ye. Serweta Mujica, tenê tirimbêleke 1987 model a bi navê "kûsî" ye.

Jîna Serokdewletê Uruguayê Jose Alberto Mujica, a mutewazî mirovan matmayî dihêle. Ev serokdewlet e lê, bi jiyana xwe a sade û dilnizm, ku li ti welatan ne pêkan e mirov bibîne, cudatiya xwe derdixîne pêş. Jose Alberto Mujica, rêberê Amerîkaya Latîn yê herî feqîr û dilnizm e. Tenê serweta wî tirimbêleke ku wek "kûsî" tê zanîn a 1987 model e.

Mujica, gerîlayekî berê ye. Di sala 2010 an de, di hilbijartina serokatiyê de ji % 50 zêdetirî dengan girt û bû Serokdewletê Uruguay.

Jose Alberto Mujica, di jiyana xwe a rojane de, bi cilûbêrgên xwe, xwarin û vexwarina xwe, jîngeh û tirimbêla xwe, xulasa di her qonaxa jiyanê de, bi dilnizmiya xwe ew serokdewletekî herî cuda û mustesna ye.

Avestakurd
Top