• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nexşerêyek bo çareserkirina pirsa Kurd

Gulan Media February 25, 2013 Nûçe
Nexşerêyek bo çareserkirina pirsa Kurd
Li gor gotarekê di rojnameya Radîkal a Tirkî de belavkiriye ku serokê zîndankirî yê Partiya karkirên Kurdistanê PKK`ê Abdulah Ocalan nexşerêyek bo çareserkirina doza Kurd li Tirkiyê amade kiriye.

Nivîskar û rojnamevan Eyub Can di gotareke xwe de belavkiriye ku, nexşerêya Ocalan li ser 4 qonaxên serekî hatiye dabeşkirin. Bi awayekî ku di qonaxa yekem de şerê di navbera hêzên PKK`ê û artêşa Tirkiyê ve bê ragirtin, di qonaxa duyem de jî hêzên çekdarên PKK`ê ji nav axa Tirkiyê paşde bên kişandin bo derve, her weha di qonaxa sêyem de jî danûstandin li bare çekdananê tên kirin û ev qonaxa jî bidawîanîna xebata çekdarî bi dawî dibe.

Her weha nivîskar balê dikşîne ser daxuyaniya endamê şanda BDP`ê yak u serdana Îmraliyê kiribû Perwîn Buldan ku ew serdan bi gavekî dîrokî bi nav kirû ragihand ku qonax gelekî hestyare û pêwîstiya vê qonaxê bi berpirsyartiya herdu aliyan heye û demek nêzîk de jî zîndaniyên herdu aliyan bên azad kirin.

Li gor zanyariyên nivîskar ku di qotara xwe de aşkira kiriye ku qonaxa yekem a vê nexşerêyê wê ji aliyê Ocalan ve bê ragihandin û di 21/3 roja Newrozê dikeve di ware cîbicîkirinê û destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiyê.

PUKmedia
Top