• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ocalan: Bila PKK Kesên Dîl Serbest Berde

Gulan Media February 24, 2013 Nûçe
Ocalan: Bila PKK Kesên Dîl Serbest Berde
Şandeya BDP’ê ku ji 3 parlamenteran pêk tê ji Girava Îmraliyê vegeriya. Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan ku di nava şandeyê de cih digre got, Ocalan gotiye bila PKK kesên dîl ên di destê xwe de serbest berde.

Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan, Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, duh danê êvarê ji Girava Îmraliyê vegeriyan. Parlamenteran li Stenbolê daxuyaniyeke kurt dan çapemeniyê. Li ser navê parlamenteran Pervîn Buldan axivî û got Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo keda çapemeniyê spasiya xwe ji rojnamevanan re kiriye. Buldan, peyamên ku Ocalan daye wiha bi çapemeniyê re parve kir: “Birêz Ocalan got ‘ev hevdîtin hevditîneke dîrokî ye. Em di pêvajoya dîrokî de derbas dibin. Divê hemû alî di vê pêvajoyê de gelek baldar bin. Di destê dewletê de kesên dîl hene. Di destê PKK’ê de jî kesên dîl hene. Divê PKK li hemberî kesên dîl baş tevbigere. Ez hêvî dikim, di demeke nêz de ew kes bigihijin malbatên xwe.’ Van peyaman xwest em bi we re parve bikin.”


Buldan, aşkera kir dê di rojên pêş de derbarê hevdîtinê de hevserokên BDP’ê agahiyên berfireh bidin.


Hevdîtina parlamenteran a bi Ocalan re 4 saetan dom kir. Çav li rê ye ku di demên pêş de hevdîtinên wiha bidomin.
Top