Bajarê Neşvil li Amerîkayê nasnavê "Kurdistana Biçûk" werdigire
Li gor malpera Waşinton Times a Amerîkî, bajarê Neşvîl li Amerîka ku di heman demê bi bajarê “Grand Ol Operî – konsêrta heftane mûzîka niştimanî” naskiriye, li gor lêkolînên nû yên derbarê akinciyên biyanî, pisporê di warê akincîbûnê de (Windel Coks), ew bajar piraniya hejmara wê Kurd tê de dijîn û bi Kurdistan biçûk nav kiriye.
Endamê rojnameya “Foris” a Amerîkî û rêxerê lêkolînekê Jiwêl Kotkîn ragihand “Grand Ol Operî, bajarekî mezine û piraniya şêniyên Kurd li xwe digre her weha bûye xwediyê naznavê – Kurdistana Biçûk- her weha di geşedanekê deye, eve ji bilî hebûna akinciyên Meksîkî û Somalî û neteweyên koçber yên din li wî bajarî de.”
Her weha Jiwêl Kotkîn got: Bajarên din yên Amerîkayê jî di warê zêdebûna akinciyên biyanî de di geşedanekê dene, her weha di pileya duyem de jî bajarê Bîrmîngham li wîlayeta Alabama û Îndyana pols, Liwîsvil û Çarlot li bakûrê Karolîna ku hemû hejmara şêniyên wê xelkê biyanî ne.
Xendan
