• Tuesday, 10 February 2026
logo

Aysel Tugluk: Divê Dewlet Girtiyên KCK Azad Bike û Operasyonan Rawestîne

Gulan Media February 24, 2013 Nûçe
Aysel Tugluk: Divê Dewlet Girtiyên KCK Azad Bike û Operasyonan Rawestîne
Hevseroka Koma Civakên Kurdistan (KCD) û Parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk diyar kir, ku dewleta Tirkiyeyê nikare bi operasyonan û derbeyên leşkerî baweriya kesî bi evê pêvajoyê bihîne û daxwaza azadkirina girtiyên KCK û baştirkirina şert û mercên Ocalan kir.


Parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tuglukê di hesaba xwe ya tora civakî ya twitterê de peyamên derbarê pêvajoya guftûgoyên navbera rêberê girtîyê PKK Abdulla Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de û hevdîtinên şanda BDP li gel Ocalan de peyamên balkêş dan. Tugluk li ser hevdîtina bi rêberê PKK Abdullah Ocalan re, nêzikahiya hikûmetê û rêya çareseriyê de fikr û ramanên xwe parve kir.

Tugluk got, ku divê hikûmet pêvajoya muzakereyê û lihevhatinê li derveyî siyasetên înkar û îmhayê bidomîne û pêywîst e hemû alî xwedî îrade bin. Tuglukê destnîşan kir, ku Ocalan di gel ku 10 sal in di “Çala Îmraliyê” de ye jî stratejiya jiyan û çareseriya bi hev re bi pêş xistiye. Parlemantera Kurd Aysel Tugluk got: “Birêz Ocalan 10 sal in bi jiyana hevpar û çareseriya bi hev re, yek ji aktorên sereke ye. Di sedsala 20’an de kurdan wenda kir lê dê kurd di sedsala 21 de bi ser bikevin. Neçar in pirsgirêka kurd bi awayek çareser bikin. Çimkî çareserî êdî xwe dispêre.”

Tugluk herwiha got, ku ew dixwazin li ser bingeha rewa ya demokrasî û jiyana bi hev re vê pêvajoyê bimeşînin û wiha berdewam kir: “Divê li gorî şert û mercên xebatê ya Ocalan û rola wî, misyonek bidinê. Pêwîst e têkiliya wî ya bi parêzeran û derve re bidome. Ger îro dewlet bi Ocalan re hevdîtin pêk tîne, ev ji ber helwesta çareseriyê û rêvekirina Ocalan e. Li ser navê kurdan îradeyek derketiye holê. Ocalan di bin şert û mercên weke zilma naziyan de dijî. Pir fedekar û bi xîret e.”

Parlamenter Tugluk herwiha di twitteke din a xwe de jî got, ku ev pêvajo bi operasyonan û derbeyên leşkerî nikare kesî bi xwe bide bawerkirin û ji bo çareseriyê xwest girtiyên KCK’ê serbest bên berdan û operasyonên siyasî û leşkerî jî bêne rawestandin. Tugluk, xwest bi temamî goşegîrî (tecrîda) li Îmraliyê rabe.
Top