Serokê Herêma Kurdistanê vegeriya Kurdistanê
Hêjayî gotinêye serdana Serokê Herêmê û şanda li gel ya Rusya çar rojan berdewamkir û li vê serdanê da Serokê Herêmê li gel Vladimir Putin Serok Komarê Rusya û Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rusya û çendîn berpirsên payebilindên welatê Rusya civiya. Gelek çavdêrên siyasî û aborî vê serdana Serokê Herêmê bi girîng û serketî wesif dikin û bi wê pêya bingeha li bar ji bo geşbûna pêwendiya siyasî û aboriyên Herêma Kurdistan û Rusyayê direxsênê.
