• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan: Gel Ji Sedî 65 Piştgirî Dide Pêvajoya Aştiyê

Gulan Media February 23, 2013 Nûçe
Erdogan: Gel Ji Sedî 65 Piştgirî Dide Pêvajoya Aştiyê
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan, di civîna parlamenterên Anatolyaya Navîn de, aşkera kir di rapîrsînan de derketiye holê ku gel ji sedî 65 piştgiriya pêvajoya aştiyê dike.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayib Erdogan, îro bi parlamenterên Anatolyaya Navîn a AK Partiyê re, li Enqereyê civînek pêk anî. Li gorî rojnameya Radîkalê, Erdogan di vê civînê de li ser pêvajoya Îmraliyê ku dane destpêkirin jî hin nirxandinan kir. Erdogan, aşkera kir ku li gorî rapirsînên çêkirine ji hemû deverên Tirkiyeyê gel ji sedî 65 piştgirî dide vê pêvajoya çareseriyê û wiha got: “Digel ku herî zêde li van bajaran şehîd çêbûne jî piştgiriya vê pêvajoyê pir bilind e. Lê muxalefet vê pêvajoyê îstîsmar dike. Ji sedî 65 gel piştgirî dide.” Civîna ji çapemeniyê re girtî 4 saetan dom kir.


Hêjayî gotinê ye Erdogan car caran bi parlamenter, şaredar, serokên bajaran, serokên baskên ciwanan û jinan ên herêmên cuda re van civînan pêk tîne. Beriya vê civînê jî Erdogan bi parlamenterên bajarên kurdan re civiyabû û li ser pêvajoya heyî nirxandinan kiribû, pêşniyar û rexneyên rêxistinên xwe yên li bajar û navçeyan guhdar kiribû.
Top