• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Duzxormatoyê 8 Kes Ji Aliyê Terorîstan Ve Hatin Kuştin

Gulan Media February 22, 2013 Nûçe
Li Duzxormatoyê 8 Kes Ji Aliyê Terorîstan Ve Hatin Kuştin
Çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li Duzxormatoyê ragihand ku, duhê bi şev hijmareke çekdarên nenas êrîş kirine ser navendeke hêzên Sehu ya li Gundê Hliyo a di navbera Parêzgeha Selahedîn û Bajarê Duzxormatoyê de.

Çavkaniya han diyar kir ku, di encama vê êrîşa han de herî kêm 5 endamên hêzên Sehu hatine kuştin.

Her heman çavkanî anî ziman ku, ev çekdarên nenas piştî vê êrîşê careke din êrîş kirine ser Gundê Hliyo û di encam de Serokê hêzên Sehu û du kesên din jî kuştine.
Top