Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Rusya civiyan
Li destpêka civînê de, behsa pêwendiya dîrokiya navbera gelê Rusya û gelê Kurdistanê kirin.
Serok Barzanî carekî din spasî gel û welatê Rusya kir ji bo pêşwazîkirin û mîhvandarîkirina Barzaniyê Nemir û hevalên wî ku nêzî 12 sal li Rusya jiyan.
Her li vê civînê de, behsa çendîn babetên girîng kirin bi taybetî jî pêwendiya di navbera Iraq û Rusya, her wiha Herêma Kurdistan û Rusya û her du alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste ew pêwendî zêdetir pêş bikevin û berev pêşve biçin.
Her li vê civînê de Serok Barzanî got: Hêviya min bû ku serdana Rusya bikim û spasî gelê Rusyayê bikim ji bo pêşwazîkirina wan li ya serkirdeyê Kurd Barzaniyê Nemir, li demek de ku hemû dergeh li ber wan de hatibûn girtin, lê belê welatê we dergehê xwe ji bo wan vekir.
Her wiha Wezîrê Derveyê Rusya jî balkişand li ser wê yekê ku wekî çawa doh Serok Putîn behs kir, pêwîste pêwendiyê dostane û bihêz hebê li navbera Rusya û Iraq û Kurdistanê da.
Li mijareke dinê vê civînê de behsa rola veberhêner û kompanyayên Rusya bi taybetî li warên uze(enerji) û dabînkirina kareba li Iraq û Kurdistanê kirin, her wiha mijareke dinê civînê de di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Rusya taybet bû bi pêvajoya Suriye û bandora wê ya li ser pêvajoya Kurdistan û Iraqê.
Serok Barzanî got ku niha nêzîkî 75 hezar penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê heye û Herêma Kurdistanê ji bilî yarmetîdana wan, yarmetiyên mirovî dişîne nav axa Suriye jî, her wiha Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste gelên Suriye bi xwe biryar li ser paşaroja xwe bidin û pêwîste doza Kurd li Suriye bête çareser kirin û mafên Kurdan bê dayîn.
Cihê balkişandinê ye Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqê û Fayiq Nêrweyî Balyozê Iraqê li Rusya li vê civînê de hevrêyetiya Serok Barzanî û şanda li gel kiribûn, şanda li gel Serok Barzanî ji birêz Mesrur Barzanî, Fuad Husên, Aştî Hewramî, Kameran Ehmed, Felah Mistefa û Dr Aso Cengî Nûnerê Hikûmeta Herêm li Rusya pêkhatibû, şanda Rusya jî bi Serokayetiya Derveyê Rusya Sergî Lavruv ji Cîgirê Wezîrê Derve Mîxayîl Bogdanov û hejmarek li berpirsên Hikûmî û Parlementerên Rusî pêkhatibûn.
